Li Şirnexê jinan konê nobetê dewrî rêveberên BDP'ê kir

Li Şirnexê jinan konê nobetê dewrî rêveberên BDP'ê kir

Endam û aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ku ji bo Çareseriya Demokratîk û aştiya maniyned li Gundikê Melê hat vedan, dewrî rêxistina BDP'ê ya Şirnexê û welatiyan kir. 

Di pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) de li Gundikê Melê yê Şirnexê ji bo aştiyek mayinde û Çareseriya Demokratîk Konê Çareseriya Demokratîk hatibû vedan. Konê jinan ku kom bi kom nobeta aştiyê lê digirin nobet berdewam dike. Jinên ku hefteya borî nobet digirtin, nobeta Konê Çareseriya Demokratîk dewrî rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê kirin. Di dewirgirkirinê de rêveberên BDP'a Şirnexê, BDP'a Sêrtê, Şaredariya Misircê, MEYADER, endamên meclisa Şaredariya Sêrtê, amade bûn. Di dewirgirtinê de girsê bê navber siloganên "Bijî aşitî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 

Li ser navê komê Hevseroka BDP'ê ya Şirnexê Hami Aktî diyar kir ku 20 rojin konê Çareseriya Demokratîk hatiye vedan û ji ber gelê herêma Botanê ew bi tenê nehiştine sipasiyên xwe anîn ziman. Aktî, anî ziman ku di vê nobetê de hat dîtin ku gel aştiyê dixwaze û dê bi hevre û bi têkoşinê aştiyê bi dest bixin. Aktî, da zanîn ku mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Em hevê dikin ku di demek nêz de Birêz Ocalan azad bibe û di nava gelê kurd de be. Ger ku Birêz Ocalan azad bibe dê li Tirkiyeyê aştî û demokrasî pêş bikeve." 


Aktî, bang li her kesî kir ku li pêvajoyê xwedî derkevin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.