Li Şirnexê ji fîrmayên mînîbusan nerazîbûn

Li Şirnexê ji fîrmayên mînîbusan nerazîbûn

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê 31 fîrmayên mînîbusan ên ku rewiyan dibin Başûrê Kurdistanê, li hemberî biryara Muduriyeta Gumruka Xabur a mecbûriyeta wergirtina 4 rêwiyan a 1’ê Tîrmehê ket meriyetê, nerazîbûn nîşan dan û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li ser navê 31 fîrmayên mînîbusan ên li Cizîrê hatin gel hev, Selahettîn Sariboga axivî. Sariboga got ku fîrmayên otobusan ên  ji Iraqê tên rêwiyên xwe bê ku li Cizîr û Silopiyayê rawestînin yekser dibin û ew jî tu feydeyê nade aboriya Kurdistanê.

Serokê Odeya Esnaf û Senatkaran Hafzullah Memduhoglu jî destnîşan kir ku Wezareta Veguhestinê bi qanûna dawî ya derxist jî destûr nade maşîne di bin hejmara rêwiyên hatine diyarkirin de rêwiyan siwar bikin û got, "Ev pêkanîn, bi taybet ji bo herêma me ye û li deriyên din nayê pêkanîn. Li hemberî newekheviyeke wiha xwediyên mînîbusan jî hatin gel hev. Li mafên xwe digerin. Bi vî mafî re wê dikkandarên herêmê jî qezenc bikin.  Em hevalan mafdar dibînin û piştgiriyê didin wan."

Piştî axaftinan xwediyên fîrmayan belav bûn.