Li Şirnexê gel heya sibehê li konê çareseriyê nobet girt

Li Şirnexê gel heya sibehê li konê çareseriyê nobet girt

Konê çareseriyê yê ji aliyê DOKH’ê ve ji bo şopandina meşa gêrîlayên HPG’ê li bajaroka Balverenê hatî vedan, piştî êrîşa leşkeran ya li ser konê gel xwedî li konê derket û heta sibehê nobet girt.

Konê çareseriyê yê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve ji bo şopandina meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê li bajarokê Balverenê yê Şirnexê nêzî mehekê ye hatî vendan, nobet lê berdewam dike. Piştî êrîşa leşkeran ya şeva Yekşemê ji 7 salî heta 77 salî bi sedan welatî xwedî li konê çareseriyê derketin û heta sibehê nobet girtin. Piştî ku bi sedan welatî hatin konê çareseriyê, bi çepik, tîlîlî û sloganan poster, al û flamayên leşkeran destanîn ser careke din li cihên diyar yên konê ve daliqandin. Girseyê heya seetên direng yên şevê dîlan girêdan û peyama dê heta dawî xwedî li konan derkevin dan.