Li Şirnexê êrîşa bi topan, li Şemzînanê operasyon

Li Şirnexê êrîşa bi topan, li Şemzînanê operasyon

Artêşa Tirk bi topan Çiyayê Gabarê bombebaran kir û li Şemzînanê jî dest bi operasyonê kir. Li Heftanînê ji cerdevanên hewl dan derbasî girê Şehîd Kendal bibe, ji aliyê gerîllayan ve hatin dûrxistin.
Artêşa Tirk, operasyon û êrîşên xwe yên li dijî gerîllayên HPG'ê yên vedikişin, zêde kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk îro herêma Findikê ya Çiyayê Gabarê bi top û obusan bombebaran kiriye. Hat ragihandin, ku ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket û şewat hat vemirandin.

LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON

Êrîşeke din a artêşa Tirk li dijî hêzên gerîlla, li navçeya Colemêrg Şemzînanê rû da. Li gorî vê yekê, artêşa Tirk di 8'ê Hezîranê saet di 07.00 de, li herêm navbera Mûseka û Rûbarokê dest bi operasyonê kiriye. Operasyona mijara gotinê dewam dike.

CERDEVANAN HEWL DAN GIREKÎ HEFTANÎNÊ BI DEST BIXIN

Li Heftanînê jî, cerdevanên ku xwestin girekî werbigirin, li ser bersivdayîna gerîllayan neçar ma vekişin.

Di daxuyaniya HPG'ê de der heqê mijarê de ev agahî hat dayîn:

"Di 3'ê Hezîranê de, artêşa Tirk a dagirker xwest li qadên Şehîd Kendal, Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya yê Heftanînê operasyonekê bide destpêkirin. Gelê Kurdistanê yê li vê herêmê, pêşî li vê operasyonê girtiye. Li hemberî vê berxwedana gel, operasyon pêk nehatiye.

Piştî ku gelê Kurdistanê ji herêmê çû, artêşa Tirk a dagirker û cerdevanên wan bi 15 maşînên zirxî, 4 dozer û bi sedan leşkeran xwest, dest bi operasyoneke nû bike. Komeke ji 3 cerdevanan, di 8'ê Hezîranê saet di 18.00'an de xwest girekî li herêma Şehîd Kendal bi dest bixe. Li ser bersivdayîna gerîllayên me, cerdevan neçar mane xwe vekişînin."