Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li gundê Şorikê yê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê cenazeyê jinekê hate dîtin.

Li gundê Şorikê ya ku li Ebexa Wanê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê cenazeyê jineke ku tê texmînkirin temenê wê nêzî 30 salî ye hate dîtin. Cenazeyê ku ji aliyê leşkeran ve hate dîtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê, piştre jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.

Tê texmînkirin ku jina mirî hat dîtin welatiya Îranê ye û têkîldarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.