Li sînor liv û tevgera helîkopteran berdewam dike

Li sînor liv û tevgera helîkopteran berdewam dike

Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê liv û tevgera helîkopteran ku ji serê sibê ve destpê kir berdewam dike.

Li rexmî ku pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û girêdayî wê KCK’ê 23’ê Adarê ve agirbest îlan kir jî, bênavber liv û tevgera hewayî didome, sewqiyata leşker û cebilxaneyê ber bi sînor ve zêdetir bûye, her wiha qadroyên cerdevana têne zêde kirin û qereqol jî têne avakirin.

Li navçeya Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê ji serê sibê ve liv û tev gera hewayî ya helîkopteran destpê kir û hêj didome. Helîkopterên skorsky ku ji Navçeya Geverê rabûn ber bi herêma Şemzînanê de firiyan. Helîkopterên ji Geverê hatin Şemzînanê piştre ji vir ber bi yekîneyên sînor ve ketin nava tevgerê. Helîkopterên ku 34'emîn Fermandariya Tugaya Hidut û 3'emîn Tabûra Konandoyê Takîk a Çiyê daketin ji vir jî ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve firiyan. Hat zanîn ku, helîkoptêrên ji Şemzînanê rabûn hatin qereqolên Rûbarok, Bêsosin, Zerên, Navberojan, Museka, Ketina û Îsyayê bi cih bûn.

Liv û tevgera hewayî berdewam dike.