Li Sîncanê pevçûn: 27 mirî
Li Sîncanê pevçûn: 27 mirî
Li Sîncanê pevçûn: 27 mirî
Li herêma bi pirsgirêk a Çînê Sîncanê di encama pevçûneke îro danê sibê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Çînê Xinhua da xuyakirin, ku bûyer li navçeya Şanşan a herêma Tûrfanê rû daye.
Rayedarên komîteya herêmî ya Sîncanê ya Partiya Komunîst a Çînê diyar kirin, ku îro danê sibê hin kesên nasname ne diyar bi kêran êrişî qereqola polîsan û avahiya rêveberiya herêmî kirine û wesaît şewitandine.
Li gorî agahiyan, di pevçûnên li vê derê de 10 jê êrişkar, 9 polês û 8 sivîl bi giştî 27 kesan jiyana xwe ji dst dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, li herêma Sîncanê ku di navbera Çînî û Ûygûran de pevçûn derdikeve, ji Tîrmeha sala 2009'an û vir ve 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.