Li Silopiyê polîsan zarokê 7 salî birîndar kir

Li Silopiyê polîsan zarokê 7 salî birîndar kir

Li navçeya Silopî ya Şirnexê polîsan di êrîşa li ser koma ciwanan de bombeyên gazê bikar anîn û zarokê 7 salî Bariş Behem birîndar kirin.

Şeva din di saetên êvarê de komek ciwan li taxa Barbarosê ya Silopiya Şirnexê çalakî pêk anî. Bi çalakiyê re polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Di êrîşê de ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan û li taxê pevçûn derket.

Polîsan piştre bêserûber bi dehan bombeyên gazê bikar anî û her der kirin qada şer. Ji ber ku polîsan bêserûber bombeyên gazê bikar anî, zarokê 7 salî Bariş Behem ê li ber deriyê malê rawestiya bû bi bombeya gazê ya polîsan ji pişta xwe birîndar bû. Malbatê ji ber nikarîbûn Bariş bibin nexweşxaneyê bi derfetên xwe li malê derman kirin. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir û bi dawî bû.