Li Silopiyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyê YDG-H ji bo bîranîna kesên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dayîn, daketin qadan û bi polîsan re pevçûn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li navçeya Silopiya Şirnexê ji bo bîranîna ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ên li zindana Amedê li dijî îşkence û teslîmyetê di rojiya mirinê a mezin ya di 14’ê Tîrmeha 1982’an de jiyana xwe ji dest dan, li Taxa Başakê meşek pêkanîn.
Gelek YDG-H’yên ku li taxên Başak û Barbarosê hatins cem hev sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Serok Apo ne” û “PKK gele gel li vire” qîr kirin û derketin ser rê. Ciwanan molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng avêtin Midûriyeta Polîsan a Silopiyê. Polîsan jî bi bombeyên gazê avêtin ciwanan. Pevçûnên ku heya direngiya şevê dom kirin, ji ber ku polîsan pir bombeyên gazê bikaranîn tax ma di nav ewrên gazê de. Dema ku ciwan ketin nava kolana pevçûn bidawî bûn.