Li Silopiyê biryara Dadgeha Kopenhagenê hat şermezarkirin
Li Silopiyê biryara Dadgeha Kopenhagenê hat şermezarkirin
Li Silopiyê biryara Dadgeha Kopenhagenê hat şermezarkirin
Biryara betalkirina lîsansên televîzyonên Nûçe TV, Roj TV û MMC ku ji aliyê Dadgeha Eyaleta Kopenhagenê hatibû girtin, li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve hat şermezar kirin.
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Silopiyê der barê biryara betalkirina lîsansên televîzyonên Nûçe TV, Roj TV û MMC daxuyanî da çapemeniyê û biryar şermezar kir. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankarta 'Nûçe TV, MMC ve ROJ TV dengê gelê Kurd e ti hêz nikare dengê vî gelî qut bike' hat vekirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sîlopiyê Aydin Denîz bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Ev biryar li hember mafê gel ê agahî girtinê û azadiya çapemeniyê darbeyek e. Ev weşan di şert û mercên herî giran de bûne dengê gelên Rojhilata Navîn. Ev biryara li hember krîterên Kopenhagenê û demokrasiya Yekitiya Ewropayê hatiye girtin. Ev biryara dijhiqûqê ye û em vê biryarê şermezar dikin û ev biryar wekî deqeke reş derbasî dîroka demokrasiya hikûmeta Danîmarkayê bûye û em bang dikin ku vê biryarê paşve bigirin û li hember nirxên gelê kurd rêz bigirin."