Li Silopiyê 35’mîn avabûna PKK’ê hate pîroz kirin

Li Silopiyê 35’mîn avabûna PKK’ê hate pîroz kirin

Aktîvîstên YDG-H'ê li Navçeya Silopiyê 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê bi meşekê pîroz kir. Polîsan êrîşî aktîvîstên YDG-H'ê kirin û li navçeyê bûyer derketin.

Li Navçeya Silopiyê ya Şirnexê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), ji bo 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz bike şevê din meş pêk anî. Di meşê de ciwanan dirûşmên "Bijî serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "PKK gele gel li vire" hatin qîrkirin. Ciwan bi çepik û fîtikan ber bi Riya Hevrîşîmê ve meşiyan. Polîsan jî li ser rê bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin û ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsan. Heta derengê şevê di nava kolanan de şer û pevçûnan berdewam kir.

Ciwanan di dema bûyerê de molotof avêtin marketa BÎM a li Taxa Cudîyê. Di marketê de şewat derket û şewat ji aliyê ekîbên îtfaîyeyê ve hat vemirandin. Ji ber şewatê marketê zerar dît.