Li Silopiyayê di navbera YDG-H’î û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera YDG-H’î û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera YDG-H’î û polîsan de pevçûn
Çalakgerên YDG-H’î li Silopiyayê ji bo damezirandina Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşgerên Welatparêz (YDGH) silav bikin, dîsa ji bo daxwaza “azadiya” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo şîddeta polîsan a li Silopiyayê protesto bikin ku çalakî li dar xistin, li ser êrîşa polîsan xwe parastin û di navbera wan û polîsan de pevçûn derket.
Bi sedan çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDG-H) bi mebesta damezirandina Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşgerên Welatparêz (YDGK)’ê silav bikin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bikin û di heman demê de şîddeta polîsan a li Taksîmê protesto bikin daketin qadan. Ber bi saetên êvarî ve ciwanên rûyên wan girtî ku li taxên Harun Boy, Başak û Barbaros kom bûn destpêkê, pankarta "Em damezirandina Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşgerên Welatparêz silav dikin" vekirin ber bi Taxa Barbaros ve meşiyan. Ciwanên ku bi çepik, tilîlî û dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “PKK gel e, gel li vir e” li kolan û caddeyan bi keviran bend çêkirin. Polîsên ku hatin cihê çalakiyê bi gelek wesayîtên zirxî yên ji wan re dûpişk tên gotin û bi bombeyên gazê êrîş birin ser ciwanan. Ciwanan jî bi molotofkokteyl, kevir, bombeyên deng û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.
Pevçûna li Taxa Barbaros destpê kir di demeke kurt de li tevayî kolanên taxê belav bû. Li vir komeke ciwan derketin ser rê, fîşêkên hewayî û bombeyên deng avêtin Muduriyeta Polîsan û kulubeya nobetê. Li hemberî mudaxeleya dijwar a polîsan ciwanan dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “TC’ya faşîst ji Kurdistanê bicehime” gotin. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heta derengiya şevê berdewam kir.