Li Silopî şewat

Li Silopî şewat

Li navçeya Şirnex Silopiyê, li trafoya elektrîkê ya BOTAŞ'ê şewat derket.

Li navçeya Şirnex Silopiyê, duh bi şev li trafoya belavkirina elektrîkê ya BOTAŞ'ê de şewateke mezin derket. Tê texmînkirin ku ji ber qutbûna qebloya li trafo rû daye û ekîbên arkuj ên Şaredariya Silopiyê di nava 2 saetan de şewat kontrol kirin. Jİ ber şevê duh bi şev navçe bê elektrîk ma.

Der heqê hatine elektrîkê de rayedaran heat niha ti daxuyanî nedane. Welatî dixwazin mexdûriyeta wan tavilê bê çareserkirin.