Li welat Başûrê Amerîkayê, Şîliyê bi sedhezaran xwendekar û mamosteyên din jî ji bo pergaleke perwerdehiyê ya adîlane daketin kolanan. Di dema çalakiyan de bi ser xwendekaran de gule hatin barandin û du kesî jiyan xwe ji dest da.
Di serî de li paytext Santîago, li bajarên mezin yên welat, bi sedhezaran xwendekar û mamoste daketin kolanan. Meşa ku li Santîagoyê heta ber Qesra La Moneda a Serokdewletiyê berdewam kir, nêzî 100 û 150 hezar xwendekarî beşdar bûn û daxwaz kirin ku bila pergala perwerdehiyê bi awayekî adîlane bê reformekirin.
Di dema çalakiyan de di navbera polîs û xwendekaran de pevçûn derket û polîsan bi ava şid mudaxale kir. Di bûyerên derketin de gelek kes hatin binçavkirin û têkildarî hejmara kesên hatine binçavkirin de agahiyek zelal nehat dayîn.
Hat daxuyakirin ku li bajarên din jî di navbera xwendekar û polîsan de pevçûn derketine.
DU XWENDEKAR HATIN QETILKIRIN
Li aliyê din hat hînbûn ku di çalakiyan de herî kêm du xwendekar hatine qetilkirin û polîs jî berpirsyariyê nagire ser xwe. Di çalakiya li bajarê Valparaîso de, tê gotin ku kesekî bi hinceta ku xwendekaran mala wî nîşan kirine, gule bi ser xwendekaran de barandiye. Di bûyerê de xwendekarên 18 û 25 salî jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê Karên Hundir Jorge Burgos îdia kir ku kujer ne polîs in.
Bajarekî din ê çalakî lê pêk hatin Concepcîon bû. Nifûsa bajar 200 hezar e û bi hezaran xwendekar û mamoste beşdarî çalakiyê bûn. Hat gotin ku li hinek cihan pevçûn derketine.