Li Silêmaniyê konferansa 'Rola Ocalan' tê lidarxistin

Li Silêmaniyê konferansa 'Rola Ocalan' tê lidarxistin

Li Silêmaniyê saziyên sivîl bi boneya balê bikişînin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de, konferansa bi navê “Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de Rola Raman û Felsefeya Ocalan’ li dar dixin.

Li Silêmaniyê ji aliyê rêxistinên civakî ve konferansek bi navê ‘Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de Rola Birêz Ocalan’ tê lidarxistin. Konferan di 18’ê Nîsanê de li Otêla Mem û Zîn ya taxa Serçinar bi tevlîbûna kesayetên navûdeng, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tê lidarxistin.

Komîteya amadekar derbarê konferansê de agahî da û got: “Wek hemû alî û kes dizanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesayetek siyasî ye, di heman demê de bîrmendekî Kurd e û xwedîyê tez û felsefeya rêbaza çareseriyê yên tevahî civakî, bi taybet pirsgirêka gelê Kurd ku di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin e. Her wiha peyama Birêz Ocalan ya di Newrozê de ji raya giştî re hate xwendin bû cihê baldarî û navenda nîqaşkirinê ya hemû cîhan û Kurdistanê.”

Di belavokê de hate gotin ku wek komek ji rêxistinên civakî û sivîl vê yekê ji xwe re wek erkek nîştîmanî û netewî dibinin tezên Ocalan û peyamên wî bikîn mijara konferansê ku bikarîn agirê çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd geştir bikîn. Di berdewama belavokê de hate gotin ku konferan ji sê mijarên ‘teoriya felsefî, siyasî û ya roja me’ pêk tê.

Komîteya amedekar ya konferansê da xuyakirin ku ewê komîsyonek bi armanca piştgirî dayîna kampanya 5 milyon îmza ku li Ewropa û cîhanê hatiye destpêkirin bikin û di dawiya konferansê de wê komîsyonek were diyarkirin û jibo komkirina yek milyon îmze wê dest bi xebatan bê kirin.