Li Silêmaniyê ji bo Ocalan 135 hezar îmze hatin komkirin
Li Silêmaniyê ji bo Ocalan 135 hezar îmze hatin komkirin
Li Silêmaniyê ji bo Ocalan 135 hezar îmze hatin komkirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî herî kêm 135 hezar îmze hatine berhev kirin.
Kampanya ku li qada navnetewî tê birêve birin, lingê wê yê Başûrê Kurdistanê jî meha Gulanê destpêkir. Tenê li Başûrê Kurdistanê tê hedefkirin ku 1 milyon îmzeyan kom bikin. Di nava kesên îmze avêtin de Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gelek rayedarên hikumetê û nûnerên partiyên PDK, YNK û Goran jî hene.
Li Deriya Sera û Mizgefta Gewre ya Silêmaniyê standê îmzeyan hatine vekirin. Endamê komîteya kampanyayê Wehap Ehmed da diyarkirin ku, rûniştvanên bajar eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyan didin û got: “Em bawer dikin ku, hedefa 1 milyon îmze dê di wextê wê de kom bibin. Heta niha tenê li Silêmaniyê 135 hezar îmze hatine berhev kirin.”
Ehmed destnîşan kir ku, “Li bajar û navçeyên din jî heman eleqe berdewam dike. Di her kesimek yê civakê de hişyariyek mezin tê dîtin. Em vê netenê ji bo komkirina îmzeyan dibêjin. Ev di heman demê de nîşan dide ku gelê Kurd di nirxên hevpar de têne gel hev.”