Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê êrîşî karkerên Rojava kirin
Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê êrîşî karkerên Rojava kirin
Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê êrîşî karkerên Rojava kirin
Şeva din li bajarê Silêmanî ê Başûrê Kurdistanê hin endamên ewlekariya kompaniyaya bi navê “Farûq” bişîşên hesin li hinek karkerên xelkê Rojava dan. Gef li karkerên Rojava xwarine ku ji Başûrê Kurdistanê derbêxin.
ku ji ber zilma rejima Sûriyê revîyin û ji bo debara xwe li kompanyaya navbûrî de kar dikirin, h3ezên evlekariyê herwiha nehêlan ku ew bikevin hundırê cîhê kar. Pênc karkerên rojavayî kû ne xwestine navê wan bê eşkere kirin, bi êrîşa dehan endamên evlekariya taybet a companyayê re rû bi rûman.
Li bajarê Silêmanî ê Başûrê Kurdistanê şeva din dema ku çend karkerên xelkê Rojavayê Kurdistanê xwestin bikevin cihê karê xwe, rastî êrîşa hêzên ewlekariya kompanya binavê ‘Farûq’ hatin.
Hate diyarkirin ku, bihinceta ku ew direng vegeriyane kompaniyayê, nehêlan biçin hundir. Li ser vê yekê piştî karkerên Rojavayê Kurdistanê bertek nîşandan, vê carê bidehan endamên ewlekariya kompanyayê êrişî karkeran kirin. Bi şîşên hesinî û amûrên elektirîkê li wan xistin îşkence kirin. Li ser laşê karkeran şûna lêdana şîşên hesin û şopa elektirîkê diyarin û rewşa tenduristiya wan gelek xirabe. Karkerên ku nexwestine navê wan eşkere bin, niha bêçare mane, ji ber ku asayişê gef lê wan xwariye û gotine ku pêwîste ji herêma Kurdistanê derkevin.
Herwiha pişti bûyerê, rêveberê kompanyayê jî karkerên mijara gotinê ji kar derxistine û gef li wan kirin ku pêwîste ji Başûrê Kurdistanê derkevin.