Li Silêmaniyê helwesta hikûmetê li hember jinan hat şermezar kirin
Li Silêmaniyê helwesta hikûmetê li hember jinan hat şermezar kirin
Li Silêmaniyê helwesta hikûmetê li hember jinan hat şermezar kirin
Bi mebesta şermezarkirina helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li Silêmaniye Gurupa Jiyan a jinan daxuyaniyek li baxê Gîştî dan çapemeniyê.
Gurupa jiyan a jinan ji bo piştgiriya xwe bi Saziyên Jinên Azadîxwanên Kurdistanê re bidin xuyakirin û piştgiriya çalakiya wan a ji bo 25’ê Mijdarê ku polîsan bi gazê fermêskrêj, damançeya elektirîkê û daran êrîşî ser çalakvanan kiribû daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêveberiya Guruba Jiyan Bihar Munzur daxuyanî da. Munzur, daxuyaniya bi sernavê “Na ji bo êrîşa ser jin û çalakvanên 25’ê Mijdarê” û wiha got: “Li demeke ku xwepêşandan hem li Kurdistanê û her wiha li tevahiya cîhanê ji bo 25’ê Mijdarê tên li darxistin, lê hikûmeta herêmê û hindek saziyên din gelek merasîmên li berjewendiyên hizban çê dikin û bi milyonan pere lê serf dikin” Munzur da zanîn ku li Bajarê Silêmaniyê hendek sazî û jinan xwestin ku çalakiyekê ji bo şermezarkirina 25’ê Mijdarê li darbixînin û dirêya çalakiya xwede dengên xwe bigehînin şeqam û xelkê herêmê lê belê mixabin hêzên polîsan bi şêwazekî ne şeristanî êrîşî xwepêşenderan kirin û bi awayekî pir tund li beramberî wan gazên şewitandina çavan, damançeyê ceyranê û jop bikaranîn. Em li bajarê Silêmaniyê ev êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşanderên 25’ê Mijdarê û saziyên sivîl hatiye kirin bi tundî şermezar dikin" Munzur balkişand ser xala ku Kurdistanê rewşa jinan di rewşekî ne li baş daye û hemû cureyên bê edaletî û tund tujiyê li beranberî jinan bikartînin û wiha got: "Ji lewma ev nêzikatiyana çavkaniya xwe ji sistema hikûmranî û desthilat dariya zilam digre” Munzur bi bîrxist ku pêwîste ev kêmtir xemiya hukumetê li hemberî jinan were bi dawî kirin û jin weke hêzeke sereke a civakê li Kurdistanê were dîtin û di her qadeke jiyanê de derfet ji bo wan were çêkirin.
Didawiyê de jî Bihar Munzur got: "Em dîsa wê êrîşa polîsan û kêmtir xemiya hikûmeta hêrêma Kurdistanê li beranberî jinan bi tundî şermezar dikîn." Daxuyanî bi duruşmeyên “Belê ji bo azadiya jinê, na ji bo tund tujiya li beramberî jinan" bi dawî bû.