Li Silêmaniyê betalkirina lîsansa kanalên Kurdan hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê betalkirina lîsansa kanalên Kurdan hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê der barê biryara betalkirina lîsanên weşana Nûçe TV, Roj TV û MMC’ê ji aliyê Danîmarkayê ve semînerek hate lidarxistin.

Semîner li pirtûkxaneya giştî ji aliyê xebatkara Nûçe TV Necîbe Qeredaxî, Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer, Sernivîskarê malpera Çetirê Şoreş Musteva û berpirsê Navenda Metro Rehman Xerîb hat lidarxistin û gelek rojnamevan amade bûn. Di semînerê de sedemên siyasî yên li pişt betalkirina weşana kanalên televîzyonê Nûçe TV, Roj TV û MMC’yê de hatin destnîşankirin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku biryara betalkirina lîsansên van kanalên Durdan dewama siyaseta qirêj a li hemberî gelê kurd e. Xebatkara Nûçe TV Necîbe Qeredaxî diyar kir ku betalkirina lîsansên weşana Nûçe Tv tê wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê û binpêkirina qanûnên Danîmarkayê. Qeredaxî bal kişand ku sucdarkirinên li hemberî Nûçe TV, Roj TV û MMC’ê bê bingeh in û destnîşan kir ku ji ber ku ev kanal rastiya polîtîka û êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd eşkere dike, ji ber wê jî ev biryar hatiye girtin.

Sekreterê Sendîkaya Rojanmevanan a Şarê Silêmaniyê Karwan Enwer jî got ku ew weke Sendîkaya Rojnamevanan betalkirina lîsansên weşana Nûçe TV, Roj TV û MMC şermezar dikin û ji dewleta Danîmarkayê xwest ku dest ji vê polîtîkaya xwe berde û li hemberî vê biryarê banga hestiyariyê li rojnamevanan kir. Di dawiya semînerê de ji bo piştgiriya bi her sê kanalan re îmze hatin komkirin û ji hukûmeta Danîmarkayê hate xwestin ku dest ji vê biryara xwe li hemberî kanalên televîzyonê yên kurdî berde.