Li Silêmanî hêzên asayîşê mudaxeleyî meşa jinan kirin

Li Silêmanî hêzên asayîşê mudaxeleyî meşa jinan kirin

Îro li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê ku roja li dij derketina şîddeta liser jinêye, jinan meşek lidar xistin. Lê meş rastî astengî û mudaxeleya hêzên asayîşê hat.

Îro li bajarê Silêmanî di saet 14:00’an bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê ku roja li dij derketina şîddeta liser jinêye de dibin pêşengtiya Rêkxistina Jinên Azadixaz yên Kurdistan RJAK de li ber derê baxçeyê bajêr yê giştî girse kombun û berbi mizgefta mezin ve dest bi meşê kirin.

Lê belê meş ji aliyê asayîşa bajêr ve bi hênceta ku destura fermî nehatiye wergirtin, bi mudaxeleyekî tund meşa jinan hate asteng kirin.

Li gorî serçaveyek ji cihê buyerê bidest ketiye, di mudaxeleya hêzên asayîşê de ciwanek hatiye binçav kirin. Heman serçave ragihand ku hêzên asayîşê ji xwepêşandanan re gotine ‘heke hun dawî li meşa xwe bînin emê wî ciwanî berdin.’

Hate zanîn alozî hîna berdewame û dibe ku xwepêşanvan bi daxuyaniyekê dawî li meşa xwe bînin.