Li Silêmanî du komên polîsan bi hev ketin

Li Silêmanî du komên polîsan bi hev ketin

Li Silêmanî, îro danê nîvro ji ber xerakirina avahiyekê du komên polîsan bi hev ketin û di encamê de gelek kes birîndar bûn. 

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, îro danê sibê li ser rêya Erbet-Silêmanî ji ber xerakirina avahiyeke ku tê gotin, ne fermî hatiye lêkirin, alozî derket. Ji ber xerakirina avahiya li nêzî avahiyên bazirganî û cihê arkujiyê de, di navbera 2 komên polîsan û ekîbeke arkukjan a li cihê bûyerê amade bûn, bi çekan pevçûn derket.

Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de 3 polîs birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.