Li Şêxmeqsûd pevçûn: 3 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 3 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 3 leşker hatin kuştin
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hêzên rêjîma Baas di devera El-Ewarid re êrîş kirin û hewl dan ku têkevin taxê de. Di encama bersiv dayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derket û 3 leşkerên hatin kuştin.
Doh di saetên dawiya şevê de hêzên rêjîma Baas û alîgirên wan ji aliyê El-Ewarid a Şêxmeqsûd êrîşkirin û xwestin bikevin taxê. Di encama bersivdayîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçn rû dan. di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de hêzên rêjîmê neçar man ku xwe vekşînin.
Êrîşkarên ku doh xwe vekişandin îro di saetên sibê de carek din ji heman deverê re êrîş kirin û xwestin têkevin taxê de. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin û 3 leşkerên rêjîma Baas hatin kuştin û yek birîndar bû û hêzên rêjîmê û alîgirên wê ne çar man ku paşve vegerin. Blafirên rêjîmê li ser herêmê lêgerînê dikin. Pevçûn li herêmê bi awayekî demdemî didomin.