Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Hate ragihandin ku di pevçûnên îro yên li qada Ewarid a taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîmê rû dan de, 2 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku hêzên rejîmê îro hewl dane ku ji devera Ewarid têkevin taxa Şêxmeqsûd û di navbera yekîneyên wan û hêzên rejîmê de pevçûn derketiye.
Çavkaniyan diyar kirin ku şer seetên sibehê destpê kiriye û heta nîvro dewam kiriye. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 2 leşkerên rejîmê hatine kuştin.