Li Sêwasê 5 xwendevan hatin binçav kirin

Li Sêwasê 5 xwendevan hatin binçav kirin

Li Sêwasê di serdegirtina malan de herî kêm 5 xwendevanên Kurd hatin binçav kirin.

Hat ragihandin ku li Sêwasê di encama serdegirina polîsan li ser malên xwendevanan de herî kêm 5 xwendevanên Kurd hatine binçav kirin.

Duh li Zanîngeha Cumhuriyetê a Sêwasê faşîsatan êrîşî xwendevanên welatparêzkirîbûn di encama êrîşê de bûyerên ku çêbûyîn de polîsan gelek xwendevanên welatparêz kirbûn binçavan. Xwendevanên ku hatibûn binçav kirin, îro birin Edliyeya Sêwasê.

Hin îfadeyên xwendevan li gel dozger didoman, agahî hat ku Polîsên girêdayî Şaxa Têkoşîna bi Terorê re li ser malên xwendevanên welatparêz de girtin. Hat zanîn ku, di encama serdegirtinan de ta niha 5 xwendevan hatine binçav kirin.

Hat zanîn ku, xwendevanên Kurd yên li Sêwasê dixwînin, ji ber êrîşên nijadperestan, ulkucuyan û polîsan nikarin ji mal derbikevin.