Li Sêrtê du malbat bi hev ketin: 2 mirî, 4 birîndar

Li Sêrtê du malbat bi hev ketin: 2 mirî, 4 birîndar

Li Sêrtê, du malbatên xizmên hev, ji ber kar û barên avahiyê bi hev ketin û di encamê de herdu birayên Cevat û Behçet Deryalar jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Garîp Alpinar (34) ê ji navçeya Sêrt Misricê, duh êvarê li tiyên xwe yên beriya niha ji ber kar û barên avahiyê di navbera wan de nexweşî derketibû, rast hat. Nîqaşa li vê derê di demeke kurt de veguherî pevçûna bi çekan û di encamê de Garîp Alpinar bi çekê herdu birayên Cevat (30) û Şukru (24) Deryalar birîndar kir. Bi bihîstina bûyerê re xizmên Deryalar hatin cihê bûyerê û bûyer mezin bû. Garîp Alpinar li vê derê jî Denîz Deryalar (27), Ender Deryalar (33) û Behçet Deryalar (36) birîndar kir. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê, lê herdu birayên Cevat û Behçet Deryalar jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndaran Garîp Alpinar li nexweşxaneya lê dihat dermakirin, hat binçavkirin û der heqê bûyerê de lêpirsînê destpê kir.