Li Serêkaniyê gêrîla Kamûran û hevalên wî hatin bibîr anîn
Li Serêkaniyê gêrîla Kamûran û hevalên wî hatin bibîr anîn
Li Serêkaniyê gêrîla Kamûran û hevalên wî hatin bibîr anîn
Ji bo gêrîla Reşat Ari (Kamûran Penaber) û hevalên wî ên di ‘Operasyona Şoreşgerî’ a gêrîlayên HPG’ê di sala 2012’an de li dijî artêşa Tirk dayî destpêkirin, li bejahiya navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn, li gundê Şêxriçûm ê girêdayî Serêkaniya Rihayê hatin bibîranîn.
Ji bo gêrîlayên HPG’ê Reşat Ari, Selman Elîş Nebî Sinir û Abdulganî Akbulut ên 14’ê Hezîrana 2012’an li bejahiya navçeya Hezexa Şirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji destdayîn, li gundê Şêxriçûm yê girêdayî navçeya Serêkaniya Rihayê mewlûd hate dayîn.
Di merasima bîranîna gêrîlayên HPG’ê Nebî Sinir, Reşat Ari, Selman Elîş û Abdulganî Akbulut ya ji aliyê Nûnertiya MEYADER’a Serêkaniyê ve hate organîze kirin, rêveberên MEYADER’a Amedê, Qoser, Şaredara Rihayê, rêveberên BDP’ê, endamê meclisa bajar û şaredarê tevlî bûn. bi hezaran kesên li Gundê Şêxricûm kom bûn, heta gora Gundê Şêxriçûm meşiyan. Girsê di meşê de Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê Reşat Ari (Kamuran Penaber) û alên PKK û KCK'ê bilind kirin.
Bi hezaran kes li ser gora gêrîla Ari ya li Gundê Şêxrucum kom bûn û ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girseyê di bîranînê de bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîr kirin.
Hevserokê BDP'a Rihayê Halit Yildiztekîn diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû daye destpêkirin û ev pêvajo encama bedelên hezaran şehîdan e. Yildiztekîn xwest her kes li têkoşîna şehîdê xwe û vê pêvajoyê xwedî derkevin. Piştî axaftinan stranên "Yan mirin yan Diyarbekir" , "Oy Merwano" û "Heval" hatin strîn. Girseyê piştre sitrana "Şehîd" got û gul danîn ser gora gêrîla Ari. Girse piştre dîsa heta Konê mewlûdê meşiyan û dua xwendin.