Li Serêkaniyê derman di dermanxaneyan de neman
Li Serêkaniyê derman di dermanxaneyan de neman
Li Serêkaniyê derman di dermanxaneyan de neman
Li Serêkaniyê di dermanxaneyan de, derman û şîrê zarokan kêm bûye, bi taybetî piştî ku rêyên di navbera herêmên Cizîrê û bajarên Sûriyeyê de yên mezin hatine birîn.
Xwediyê dermanxaneyekê Azad Hiso dibêje ku, di encama şer û pevçûnan de, piraniya fabrîqeyên dermanan yên Heleb, Himus û Şamê hatine girtin û dermanan çênakin: " Rê ne ewlene û behayê kirîn û anîna dermanan jî pir girane."
Di derbarê sedemên kêmbûna dermanan de Mehmûd Oso dibêje ku, di demên dawî de ji ber pirbûna komên çeteyan rêyên çûn û hatinê ne ewlene, lewma ew neçarin ku bi rêyên qaçax dermanan ji Tirkiyeyê bikirin.
Dermanfiroş Mistefa Mamo bal kişand ser rewşa xwediyên dermanxaneyan ku piran ji wan ji ber kêmbûna dermanan dermanxaneyên xwe girtine û diyar kir ku, dermanên zarokan yên tansiyon, brostad û antî biyotîk pir kêm bûne.