Li Şêrawa tevî şer îmze tên berhevkirin
Li Şêrawa tevî şer îmze tên berhevkirin
Li Şêrawa tevî şer îmze tên berhevkirin
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi armanca piratîkirina Desteya Bilind a Kurd û yekîtiya kurdan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîn lidar xist. Di civînê de gelek partiyên siyasî beşdar bûn.
Di civînê de mijarên wekî yekîtiya Kurd, kampanya îmzeyan ku ji bo azaiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocaln û piratîkirina Desteya Bilin hatin nirxandin. Her wiha di civînê de geşedanên dawî li Efrînê û êrîşên komên çete ser navçeya Şêrawa hatin gotûbêjkirin. Di civînê de komîteyek hevbeş di nava partyên Kurd de hate damezerandin da ku kampanya îmzeyan li navçeyê ku ev 3 roj destpê kiriye bi rêve bibin.
Di civînê de li ser navê PDPKS᾿ê Hesen Edo axivî û da zanîn ku ew ê wek partî cihê xwe di nava kampanya îmzeyan de bigirin. Li ser navê partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Elwehdê) Enter Kêfo axivî û dest nîşan kir ku wan komîteyek hevbeş ji çend partiyan damezirandine û dê ji bo berhevkirina zêde ya îmzeyan tevbigerin.
Endamê TEV-DEM᾿ê Sebrî Çiya jî di civînê de axivî û geşedanên dawî û êrîşên li Şêrewa nirxandin û spasiya beşdaran kirin.
Navçeya Şêrewa ya Efrînê ji beriya 10 rojan ve rastî êrîşên komên çekdar tê û pevçûn li herêmê hîn domdikin.Tevî rewşên şer jî li navçeya Şêrawa û gundê wê bi hezaran kes tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan dibin û îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan didin. Têkildarî mijarê li Efrîn û navçeyên wê jî ku beriya niha zêdetirî ji 90 hezar îmze hate berhev kirin hîn didome.