Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li ser sînorê Sistan-Belucistanê şer: 7 kes mirin

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku di operasyoneke li eyaleta Sistan-Belucistan a li başûrêrojhilatê welêt de 7 “cîhadîst” hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ku ajansa IRNA spartî rayedarên herêmê, kesên hatine kuştin, endamên koma çekdar a bi navê Ansar el-Furkan in.

Rayedaran îdîa kir ku koma navborî ji xeynî qereqolên artêş û polîsan, “ji bo êrîşî navendên hesas bikin” amadekarî dikirin.

Sistan-Belucistan weke yek ji herêmên herî xizan a Îranê tê zanîn û timî di navbera hêzên ewlehî û komên çekdar ên girêdayî gelê Beluc de, di navbera cîhadîstên Sunnî û qeçaxçiyên tiryakê de şer diqewime.

Di rojên dawî de rêxistineke din a ku li herêmê bi bandor e, Ceyşu’l-Adl ragihandibû ku di êrîşên wan de 2 polîst hatin kuştin.

26’ê Tîrmehê li dijî avahiya edliyeyê ya li bajarê Zahidan a girêdayî eyaleta Sistan-Belucistan êrîş hatibû kirin û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûbûn. Ceyşu’l-Adl êrîş girtibû ser xwe.