Li ser sînor zincîra ji mirovan didome

Li ser sînor zincîra ji mirovan didome

Bi hezaran kesên li gundên Êlîzêr û Dewşên nobeda berxwedanê digirin, çalakiya xwe ya îro dîsa bi zincîra ji mirovan da destpêkirin.

Nobeda berxwedanê ya bi hezaran kesî ya li gundê Êlîzêr û Dewşen ya li rojhilatê navçeya Pirsûs a Rihayê ye, seranserê berdewam kir û di saetên sibê de aliyê din yê sînorê gundê Êlîzêr ya li hemberî gudnê Êlîşar ya ku di destê DAIŞ’ê de ye zincîra ji mirovan hate avakirin.

Di zincîrê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana YPG’ û ‘bijî Berxwedana Kobanê’ hate berzkirin. Her wiha sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwendin. Dayikê Aştiyê jî li ser Kobanê stran striyan.