Li ser riya Çermik û Siverekê cesedek daliqandî hate dîtin

Li ser riya Çermik û Siverekê cesedek daliqandî hate dîtin

Li ser riya ax ya navbera Çermik û Sîverekê cesedê Fikret Orgen yê 40 salî bi darekê ve daliqandî hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketîn di encama lêkolînên ku îro piştî nîv li ser êxbara welatiyan hate kirin, cesedê zilamekî li ser riya ax a navbera Çermik û Siverekê di dorahiya 3 kilometrê de li nav zeviyekê bi darekê ve daliqandî hate dîtin. Piştî ku hate hînbûn cesed yê Fikret Orgen yê 40 saliye, li cihê boyerê motosikilêtekî hatî bi cih hiştin hate dîtin.

Cesedê Orgen ji bo testa otopsiyê hate rakirina Tiba Edlî a Amedê.