Li ser rêya Dêrsimê nasname tên kontrolkirin
Li ser rêya Dêrsimê nasname tên kontrolkirin
Li ser rêya Dêrsimê nasname tên kontrolkirin
Polîsan li ser rêya Dêrsimê li nêzî pira Mamekîyê bend danîn, wesayîtan disekinînin û nasnameyan kontrol dikin.
Polîsên Tirk li ber pira Mamekî ya ku rêya Erzînxan û Xarpêtê ji hev qut dike, bend danîn û bi wesayîtên zirxî ve rê qut kirin. Di dema kontrokirinê de destê polîsan li ser tetîkên çekên wan û wesayîtan kontrol dikin.
Hêjayê gotinê ye ku bi taybet di van demên dawiyê de, li Dêrsimê û derdora wê hema bêje rewşa awerte ku bi navê xwe yê din OHAL e hatiye îlankirin û her roj pêkanînên wiha ji aliyê leşker û polîsan ve tên kirin.