Li ser rêya Bênê û Cilbirê 3 çekdar hatin kuştin

Li ser rêya Bênê û Cilbirê 3 çekdar hatin kuştin

Li navçeya Efrîn Şêrewa, di encama şerekî navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de 3 çekdar hatin kuştin..

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li ser rêya navbera gundên Bênê û Cilbirê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê, şevê din saet di 20:00’an de pevçûnên dijwar di navbera YPG’ê û komên êrîşkar yên Artêşa Azad de rû dan . Di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û yên din jî bi paşve vekişiyan.

Di heman demê de komên çekdar hewldan ku derbasî gundê Aqîbê bibin, lê berxwedana YPG’ê ew neçar hiştin ku paşve vegerin. Lê belê komên çekdar di dema vekişînê de zeviyên welatiyan şewitandin.