Li ser Qendîlê liv û tevgera balafirên keşfê
Li ser Qendîlê liv û tevgera balafirên keşfê
Li ser Qendîlê liv û tevgera balafirên keşfê
Balafirên keşfê li ser herêma Qendîlê ya ku dê îro civîneke girîng a çapemeniyê ji aliyê rêveberiya KCK’ê ve bê lidarxistin, digerin.
Tê payin ku Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê îro derbarê paşvekişîna hêzên gerîlayan ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de civîneke çapemeniyê li dar bixin. Li aliyekê çavê hemû cîhanê li vê civînê ye û li aliyeke din jî ji şevê din ve balafirên kefşê li ser Qendîlê re difirin.