Li ser navê Îslamê mizgeft şewitandin

Li ser navê Îslamê mizgeft şewitandin

Komên çete yên bi navê Îslamê êrişî gundên Kurdan ên li navçeya Efrîn Şêrawa kirin, mizgeftek xera kirin. Çeteyên çekdar, li gundê Basilê mêşên hinguv ên gundiyan şewitandin û dest danîn ser gelek motorsîklet û wesaîtên li gund.

Komên Îslamî yên radîkal, ku ji 25'ê Gulanê ve êrişî gundên Ziayret, Akibê, Basilê, Bênê û Dêrmişmişê yên navçeya Efrîn Şêrawa dikin, bi bombeyan mizgefta gundê Ziyaretê xera kirin. Êriş ji aliyê Lîva Tevdîd û Lîva Fatîh ên ser bi "Artêşa Azad a Sûriyê" û Devlul Îslamiye yê bi armanca dewleteke Îslamî ketine rê, hatin kirin.

Şahidekî bûyerê diyar kir ku komeke ji endamên Devlul Îslamiyê û Lîva Tevhîd du roj berê bê sedem çûn mizgeftê û însanên li hundurê mizgeftê derxistine derve. Şahidê bûyerê yê nexwest navê xwe eşkere bike weha behsa bûyerê kir: "Min li pişt paça xwe li wan temaşe dikir. Piştî ku însan ji hundurê mizgeftê derxistin, hin tişt danîn ber dîwarên mizgeftê. Dûre wan jî xwe li pişt dîwarekî veşartin. Piştî demeke kin li derdora mizgeftê teqîneke mezin rû da û dûre mizgeft xera bû. Ew jî bêyî ji xwe fedî bikin, bi dengekî bilind dikeniyan. Ew berê dihatin gel me li ser navê Îslamê diaxivîn. Piştî me ev yek dît, êdî em qet ji wan bawer nakin."

"EGER TU KURD BE MIZGEFTA TE JÎ DÊ WERE HILWEŞANDIN"

Şahidê bûyerê axaftina xwe weha dewam kir: "Ez êdî gihiştim wê baweriye, ku em Kurd ji wan bêtir Misliman in. Gelo yên li ser navê ol, mizgeftê hildiweşînin Misliman in? Min ji wan fêm kir ku ew hilweşandina mizgefta me, ji ber Kurdbûyîna me rewa dibînin. Dijminahiya wan li hemberî me ewçend kûr û mezin e, vaye mizgefta me jî xera dikin."

LI BASILÊ DIZÎ Û TALAN

Çeteyan êrişî Basilê, Ziyaret û Akibê jî kirin û hat ragihandin ku li gundê Basilê dizî û talan kirine û mêşên hinguv ên gundiyan şewitandine.

Gundiyekî ku hînê li gund dijî û nexwest navê xwe bêje, weha qala bûyerê kir: "Gava nû ketin gund, destpêkê hin mirovên me girtin û piştî çend rojan ew berdan. Lê êşkenceyên giran li hin ji wan kiribû. Nahêlin em bi hêsanî li nava gund bigerin. Dibêjîn hûn dikarin biçin vir, wir. Ji ber vê yekê, tişta wan kirin, em piştî çend rojan pê hesiyan. Min bi çavê xwe dît, 30 gurbikên mêşên hinguv ên Zekî Genco Şebabo şewitandin. Dîsa dest danîn ser motorsîklet, dûrbîn û gelek alavên din ên gundiyan. Yên ji kêrî wan nehatin jî li erdê didan û dişkandin. Nahêlin em zêwiyê xwe biçinin. Mizgefta gund weke baregeha xwe bikar tînin. Li ser minarê sekvanên xwe bicih kirin. Hemû malên li başûrê gund vala kirin. Malên welatparêzan talan dikin."