Li Şengalê li dijî çeteyan operasyon

Li Şengalê li dijî çeteyan operasyon

Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li ser du girên gundê Barê bicih bûbûn, derketin operasyonê. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin û hejmarek zêde çek hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 13'ê Mijdarê saet di 04:30 de, li gundê Barê yê Şengalê gerîlayên HPG, YJA STAR û şervanên YBŞ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li ser du giran bicih bûbûn, operasyonek lidar xistin. 

HPG'ê ragihandin ku di vê operasyona hevpar de gelek çete hatine kuştin û got, "Di vê operasyona ji 3 baskan ve, çeteyên DAIŞ'ê her du girên dagirkiribûn berdan û kontrola giran ketin destê hêzên me yên gerîla. Di vê operasyonê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hejmara zelal a kuştiyên çeteyan nehatiye zelalkirin. Di çalakiyê de hêzên me yên gerîla dest danîne ser hejmareke zêde alavên leşkerî."

ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATINE DESTESERKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê lîsteya alavên leşkerî yên hatine desteserkirina aşkera kir: "Doçkayeke 12,5 û bi 4 qutiyan fîşekên wê, 1 BKC û lûleyeke wê ya zêde, 3050 fîşekên BKC û 2 zincîrên wê, 1 çeka B7 û 5 rokêtên wê, 1 çeka BKT û 12 şarjorên wê yên tije, debanceyek, cîhazeke biçûk, 3 dûrbîn, 2 rext, 2 êlekên ji polsa û gelek alavên din ên leşkerî."