Li Şengalê êrîşa DAIŞ hat paşdexistin

Li Şengalê êrîşa DAIŞ hat paşdexistin

Di navbera çeteyên DAIŞ ên ji 3 milan ve li hember gundê Dugore ê girêdayî Şengalê êrîş pêk anîn û gerîlayên HPG’ê de çeteyan windahiyên zêde dan û hatin paşdexistin. Di şer de gelek cebilxaneyên çeteyan jî hatin bidestxistin.

Navenda Çapemenî û ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) têkidarî şerê di navbera hêzên gerîla, Yekînêyên Berxwedana Şengalê û çeteyên DAIŞ de daxuyanî da.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ roja Înê saet 22.00’an li hember gundê Dugore ji 3 milan ve êrîş daye destpêkirin û der barê vî şerî de ev agahî dan:

“Li ser bersiva hêzên me yên gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengalê êrîş şkestiye û hatine paşdexistin. Baskek çeteyên DAIŞ di dorpêça erîlayên me de man. Hêzên me yên gerîla darbeyên giran li van çeteyan dane. Çeteyên DAIŞ ji bo cenazeyên xwe bigirin bombeyên mijê bi kar anîne.  Di vî şerî de gelek cebilxaneyên aîdî çeteyan ketine destê gerîlayên me.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember korîdora Şengal-Rojava didome û di xeta korîdorê de di navbera gerîlayên me û çeteyan de berdewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 26’ê Îlonê saet 22.00’an çeteyên DAIŞ hewl dane ji Geliyê Şîlo yê girêdayî Şengalê êrîşî gundê Bare bikin û wiha hat gotin, “Li ser bersiva gerîlayên me û Yekîneyên Berxwedana Şengalê dozereke aîdî çeteyan hat rûxandin. Li wir gelek çete hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îro danê sibehê di encama teqînekê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye û wiha dewam kir: “27’ê Îlonê saet 06:30 wesayîteke aîdî Yekîneyên Berxwedana Şengalê dema diçû gundê Bare çeteyan ku kemîna danîbûn rê teqandin şervanekî YBŞ’ê şehîd ketiye.”