Li Şemzînanê zarokê 4 salî ket avê

Li Şemzînanê zarokê 4 salî ket avê

Li gundê Dêzê yê Şemzinana Colemêrgê zarokê 4 salî ket avê û piştî welatiyan ew xilas kirin rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, li gundê Dêzê yê navçeya Şemzînanê ya Colemergê zarokê 4 salî Huzeyfa Fırat ket nava ava rûbar. Firat ku ket ber pêlên avê ji aliyê welatiyên gund ve hat rizgarkirin. Firatê hate rizgarkirin bi alîkariya ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Firat piştî mudaxaleya destpêkê bi helîkopterê sewqî Wanê hate kirin.