Li Şemzînanê tevgera leşkerî

Li Şemzînanê tevgera leşkerî

 Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê liv û tevgera leşkerî berdewam dike.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyonên leşkerî û tevgera hewayî berdewam dike. 2 helîkopterên ji Geverê rabûn li herêmên Zozana Xepîştê, Qelît û Mevan ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê keşîf kirin. Piştî van helîkopteran ji aliyê Geverê ve 3 helîkopterên Skorsky hatin 3'mîn Fermandariya Komado û 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor a Şemzînan.

Helîkopter piştî demekê careke din ji navçeyê rabûn û ber bi 2'emîn Tabura Piyade ya Rûbarokê, herêmên Gevriyazînê û Girê Xarane yê di navbera herêmên Zozana Xerpîte, Girê Sungu, Binsurê, Nehîr û Navrezan dimîne re leşker birin.

Tevgera hewayî ya li herêmê berdewam dike. Karwana leşkerî ya 20 wesayîtên zirxî jî di nav de ji aliyê Geverê hatin Şemzînan.