Li Şemzînanê qereqolên nû tên çêkirin
Li Şemzînanê qereqolên nû tên çêkirin
Li Şemzînanê qereqolên nû tên çêkirin
Li Navçeya Şemzînanê 7 qereqolên nû tên avakirin. Qereqolên ku li navçeya Şemzînanê avakirina wan di sala 2012'an de hatibûn rawestandin ji nû ve tên avakirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya dîcle (DÎHA) li seransarê sînorê navçeya Şemzinanê qereqolên nû tên avakirin. Qereqolên ku sala par di 2012'an de li herêma "Şehidan" hatin avakirin û înşeata wan hatibûn rawestandin, ji nû ve dest bi avakirina wan hat kirin. Balkêşe ku qereqolên heta niha avakirina wan hatibûn rawestandin, piştî vekişîna gêrîlayên HPG'ê ji nû ve dest bi avakirina wan hatin kirin.
Welatiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku, di vê pêvajoya çareseriyê de avakiran van qereqolan pir bi fikar û tirse. Welatiyan bertek nîşanî avakirina qereqolan dan, ji DÎHA’ê re diyar kirin ku, ji ber zêdebûna leşkeriyê û zozanên qedexe di warên xwe de hatin avakirin. Her çend zozanên heteqe serbes bûbin jî li herêmê gelek qereqolên nû tên avakirin.
'HER DER DI BIN DORPÊÇA LEŞKERAN DE YE'
Li seranserî sînor 7 qereqolên nû tên avakirin. Xwediyê şîrketan diyar kirin ku 26 trilyona pere wergirtine. Xwediyê şîrketa herêmê Mehmet Barol diyar kir ku, li herêmê înşaeta qereqolên nû tên avakirin. Barol da zanîn ku 7 qereqolên nû bên avakirin ji aliyê şîrketên ANM, Zekzan, Olmezler, Bîlgîn ve tên avakirin. Li girên bilind ên herêma gundê Helanê, 2 qereqol, li pişt herêma gundê Helanê û Qatûnê 2 qereqol, li Girê Bapoşan ê herêma Çiyayê Şehidan 4, li herêma Qatûna Binî 1 qereqol û li pişt gundê Bali qereqolek tê avakirin.
Li gel 7 qereqolên li ser sînor dest bi avakirina wan hatin kirin, li herêma Navberojan, Helenê û Qatûnê 20 qereqolên nû tên avakirin. Qereqolên nû li herêmên girê keran ê gundê Navberojan, Dêzgey, Girê Gedikê, Bizgote, Gierê 1055'an, Girê Mamreşan (Berûkya), Ziniyê, Qetine (Nahve), Mavan, Şepeta, Binsûri, Nehrî, Gewriya Zîne û Xaranê, Çiyayê Gomanê, Çîyaye Panê, Bedevê, girê Ergulê, Bembo tên avakirin.
Welatyê bi navê Yakup Tekin, bertek nîşanî helwesta leşkeriyê da û diyar kir ku, di vê pêvajoya çareseriyêde live û tevgera heşkerî zêde bû û welatî êdî nikarin biçin karê xwe yê dervê gund bikin. Tekîn anî ziman ku her çend raeydarên dewhetê j wan re bêje zozan serbest in jî dîsa li her derê qereqolên nû tên avakirin û nokteyên kontrolê zêde bûne û wiha got: "Min 40-50 sewal standin. Lê niha ji ber ku li her derê leşkerî heye nikarin pezê xwe derxin çêrê û nikarin bi hêsanî tev bigerin. Ez çawa ji gund derdikevim li her derê nokteya leşkerî heye û leşker nasnameyê ji me dixwazin. Em nikarin sewalkarî û çandiniyê bikin."