Li Şemzînan kontrola polîsan zêde bûn
Li Şemzînan kontrola polîsan zêde bûn
Li Şemzînan kontrola polîsan zêde bûn
Li ketin û derketina navçeya Şemzînan a Colemêrgê û li taxan polîs kontrola nasnameyan û wesayîtan dike.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ser sibê li ketin û derketina navçeyê kontrola nasnameyan û wesayîtan hate zêdekirin. Yekîneyên TEM'ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şemzînan û tîmên taybet li nêzî Şapatan, taxa Moda û Pira Xiyalan nokteyên lêgerînê danîn û polîs li gorî lîsteya di destê wan de kontrola nasnameyan dike.
Di navbera Şemzînan û Rûbarokê de jî li nokteyên leşkeriyan kontrola nasnameyan berdewam dike. Hate zanîn ku, bi van nokteyên kontrolê di navbera Wan û Rûbarokê hejmara nokteyên lêgerînê derketin 14'an. Welatiyan diyar kir ku, ev pêkanînên li tu cihan tunene û bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ev pêkanîn bi dawî bibin