Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li sê eniyên Kobanê şer giran e

Li sê eniyên Kobanê şer giran e

Li eniyên başûr, rojava û rojhilat ên Kobanê, berxwedana YPG û gelê Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Li her sê eniyan şerekî giran heye.

YPG û gele Kobanê di roja 19. de berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dewam dikin.

Di navbera çeteyên DAIŞ'ê û YPG-gelê Kobanê de îro danê sibê li her sê eniyan pevçûnên dijwar qewimîn. Li eniyên başûr, rojhilat û rojava, berxwedana YPG û gel her diçe mezin dibe.

LI HEMBERÎ GIRÊ MEŞTENÛRÊ ÊRÎŞA BI TOPA HAWANÊ

çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran girê Meştenûr ê rojhilatê Kobanê topbaran dikin. Şervanên YPG’ê jî bersiva çeteyan didin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin, vê carê bi çekên giran girê Meştenûr topbaran dikin. Şer û pevçûn li rojhilatê Kobanê berdewam dikin.

ÇETEYAN XWESTIN JI BAŞÛR VE BI TANKAN BI PÊŞ VE BIÇIN

Duh danê êvarê, şer li salona dawetê û derdora wê ya li başûrê Kobanê zêde bûbû. YPG'ê bi berxwedaneke mezin bersiv dabû çeteyên ku hewl didan bi tank û çekên giran bi pêş ve biçin û ew sekinandibû. Di şerê li vir de gelek çete hatibûn kuştin.