Li sê eniyên Kobanê duh bi şev şer dewam kir
Li sê eniyên Kobanê duh bi şev şer dewam kir
Li sê eniyên Kobanê duh bi şev şer dewam kir
Li Kobanê di şerê duh bi şev ê li sê eniyan de, gelek çete hatin kuştin.
Berxwedana gelê Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 14. de dewam dike. Duh êvarê li sê eniyên kantonê şerekî dijwar qewimî.
ROJHILAT: Di pevçûnên li eniya rojhilat de tevî ku çeteyên DAIŞ'ê çekên giran bikar anîn jî, hemû êrîşên wan ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin pûçkirin. Li qada Mersimeleyê, wesayîteke DYA'yî ya bi tîpa Hammer a çeteyan ku li Iraqê desteser kiribûn, ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat rûxandin. Di şerê li vir de herî kêm 30 çete hatin kuştin.
BAŞÛR: Li eniya başûr, di pevçûnên li herêma Gumlikê de 3 çete hatin kuştin û çete neçar man xwe ji herêmê vekişînin.
ROJAVA: Li eniya rojava jî, di şerê li nêzî gundê Siftekê de derb li 3 maşînên leşkerî yên çeteyan hat xistin û maşîneke çeteyan jî hat rûxandin. Di şerê li vir de jî herî kêm 10 çete hatin kuştin. Şer hînê li eniya başû rojava bi dijwarî dewam dike.