Li Rojnamevan Demîrel 6 sal û 3 meh ceza hat birîn

Li Rojnamevan Demîrel 6 sal û 3 meh ceza hat birîn

Rûniştina biryarê ya 12 kesên di navde nûçegîhanê DÎHA yê berê Serkan Demirel jî heye li 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Heyetê der barê Rojnamevan Serkan Demîrel de bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. 

Di 24'ê Gulana 20108'an de li Xerpêtê operasyona siyasî pêk hatibû û di operasyonê de di bin navê 'YDG-M'ê de nûçegîhanê DÎHA yê berê Serkan Demirel jî di navde 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî operasyonê der barê 12 kesan de doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya der barê Serkan Demîrel û 11 kesên din li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Heyetê berê der barê 12 kesan de bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" ceza birîbû û 8'emîn Daîreya Dadgeha Bilind biryar xera kiribû. Li ser vê yekê rûniştina dozê ji nûve hat dîtin. Rûniştina li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin bi encam bû. Heyetê der barê Demirel jî di nav de der barê 9 kesan de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. 

Parêzerê Demîrel Mehmet Siddik Karagoz jî bertek nîşanî ceza da û wiha got. "Hemû delîl û îdîayên der barê muwekilê min Demîrel de xebatên rojnamevaniyê ne. Demîrel, li gorî nasnameya xwe ya Rojnamevaniyê tev li şahi û bernameyên BDP'ê bûye. Li gorî nasnameya xwe tev li weşana Roj Tv bûye. Nûcegîhanê DÎHA ye û makîne û kameraya wî wekî ya rêxistinê hatiye nîşandan. Divê 9'emîn Dadgeha Bilind ceza xera bike. Divê li gorî nasnameya muwekilê min a rojnamegeriyê biryarê bide."

Nûçegîhanê DÎHA yê berê Demirel berê jî li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hatibû darizanid û bi heman îdîayê rastî 6 sal û 3 meh ceza hatibû. Demîrel bi du cezayan rastî 12 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat.