Li Rojhilatê Kurdistanê şewitandina daristanan

Li Rojhilatê Kurdistanê şewitandina daristanan

Li Rojhilatê Kurdistanê piştî daristanên Merîwanê hatin şewitandin, vêcarê beşek mezin ji daristanên bajarê Îlamê jî şewitîn.

Li gorî ajansa nûçeya a Îsna,agir duh piştî nîvro li çiyayê Manşit dest pêkirye heya duh êvara direng ji berdewam bû. Heman çavkaniyê diyar kir ku, herêma agir pê ketî herêmek berfireh ya 5 donim erde û hemû şewitiye. Herî zêde darên berûyê şewitîne û gelek zindiyên di daristanê de jî telef bûne, her wiha bi hezaran zindiyên din jî ji herêmê reviyane.

Heman çavkaniyê aşkera kir ku,di seeta agir pêketinê de yekîneyek pir kêm ya agir kujan hatin cihê bûyerê û bi derfetên kêm mudaxeleyî agir kirin. Bi mudaxeleya agirkujan agir nevemirî, her wiha rûniştvanên herêmê agir vemirandin.