Li rojhilatê Kobanê şer giran e
Li rojhilatê Kobanê şer giran e
Li rojhilatê Kobanê şer giran e
Şer û pevçûnên şevê din li rojhilatê Kobanê rû dan, heta niha didomin.
Şevê din saet di 20.00'an de li eniya rojhilat a bajarê Kobanê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn di asta herî dijwar de derketin û heta niha jî didomin.
Li Taxa Kaniya Kurdan, Kolana Şaredariyê û Bazara Zebze şer û pevçûnên dijwar qewimîn, lê ti agahî der barê hejmara kuştî û birîndaran de nehatin wergirtin.
Li eniya başûr a Kobanê jî şevê din di navbera hêzên YPG'ê û çeteyan de pevçûn rû dan. Ji vir jî agahiyek li ser encamê bi dest neket.