Li rojhilatê Kobanê 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin
Li rojhilatê Kobanê 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin
Li rojhilatê Kobanê 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin
Berxwedana hêzên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li her sê aliyên herêma Kobanê berdewame. Şervanên YPG’ê li rojhilatê herêmê 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyan rûxandin. Her wiha li başûrê herêmê jî şer û pevçûn dijwar in.
Li gor agahiyên hatin wergirtin li gundê Hilincê yê rojhilatê herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû didin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin. Her wiha saet di 15.45’an de şervanan 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyan tevî çeteyên têde bûn ku hejmara wan nehat zanîn, rûxandin.
Li derdora xwaringeha Seyran a başûrê herêmê jî şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ku hewldidan bi tankan nêz bibin, bi dijwarî rûdidin.
Her wiha li rojavayê herêmê jî şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û hovên DAIŞ’ê de berdewame.