Li rojhilatê Helebê şerê Rejîm-DAIŞ'ê: Herî kêm 100 mirî
Çeteyên DAIŞ'ê, li rojhilatê Helebê êrîşî baregeha leşkerî ya Kuweyris a hêzên rejîmê kirin. Hat ragihandin ku di vê êrîşê de ji her du aliyan zêdeyî sed kes mirine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ku navenda wê li Londonê ye, agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî û ragihand ku di şerê li rojhilatê Helebê yê di navbera hêzên rejîmê û DAIŞ'ê de zêdeyî 100 kes mirine. Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî bargeha leşkerî ya Kuweyris de piraniya wan efser 40 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
SOHR da zanîn ku di şerê li derdora baregehê de, payebilindên bi nasnavê 'emîr' jî di nav de herî kêm 62 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Li hemberî bargeha leşkerî ya Kuweyris a li rojhilatê Helebê li navenda xaka ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin de cih digire, di 9-12'ê Tebaxê de jî êrîş hatibûn kirin û ev êrîş ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn şikandin. Çeteyan berî sê rojan bi gelek wesayîtên bombebarkirî re dest bi êrîşeke nû kiribûn.