Li Rojavayê Kurdistanê Peymana Civakî tê amadekirin
Li Rojavayê Kurdistanê Peymana Civakî tê amadekirin
Li Rojavayê Kurdistanê Peymana Civakî tê amadekirin
Li Rojavayê Kurdistanê ku piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê ev nêzî salekê ye dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk hatiye kirin, bi armanca xweserî bibe malê hemû civakê û fermî bibe, xebatên amadekirina Peymana Civakî (Destûra Bingehîn) ya demborî hatin destpêkirin. Bi vê mebestê komîteyek ji 21 kesên ku di nava wan de huqûqnas, civaknas, jin û lêkolîner jî hene hate avakirin.
Li Rojavayê Kurdistanê di 1. Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de di warê avakirina sîstema xweseriya demokratîk de pêngaveke din jî tê avêtin. Gelên herêmê ku di nava salekê de di her warê jiyanê de saziyên xwe ava kirin, niha jî, xebatên amadekirina Peymana Civakî (Destûra Bingehîn) dan destpêkirin. Bi vê armancê komîteyek ji 21 kesan pêk tê hate avakirin. Komîteyê civîna xwe ya yekemîn li bajarê Qamişlo li dar xist û plansazî derxist. Piştî civînê derbarê xebatan de daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.
Di destpêka daxuyaniyê de li ser hincet û girîngiya Peymana Civakî hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: “Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku di sala 2012’an de pêk hat, gelên herêmê rêveberiyên bajaran girtin destê xwe û pêngav bi pêngav dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Ji parastinê heta siyasetê, ji ziman heta çand û hunerê, ji pirsgirêka jinê heta hawirdorê di gelek mijaran de sazîbûn pêk hat û gavên girîng hatin avêtin. Di encama vê têkoşîna bêhempa de êdî îradeya gelên Rojavayê Kurdistanê ku berê tune dihatin hesibandin, li gel hemû êrîş û astengiyan jî, ji aliyê hemû cihanê ve hate qebûlkirin.
Di rewşeke ku pirsgirêka Suriyê û pêvajoya şoreşê ber bi encamekê ve diçe û hewldanên Sûriyek nû têne zêdekirin de, êdî li Rojavayê Kurdistanê jî dem hatiye ku sîstema tê avakirin xwe bigihîne fermîyetekê. Ev yek hem ji bo ku destketî û sazîyên hatine avakirin bibin malê gelan, hem jî ji bo ku di Sûriyeyek nû de gelên herêmê weke îradeyekê bêne pejirandin pirr girîng e. Bi vê armancê ji bo ku sîstema li Rojava ku xebatên avakirina wê dom dikin fermî bibe, amadekariyên Peymana Civakî hatine destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê çarçoveyê de komîteyek ji 21 kesan pêk tê û di nava wan de huqûqnas, parêzer, lêkolîner, civaknas û jin jî hene, hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komîteyê di 15’ê Hezîranê de li bajarê Qamişlo civîna xwe ya yekemîn li dar xistiye û nexşerêya xwe derxistiye. Der barê mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin û biryarên hatine girtin de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
3 KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN
“Di civînê de li ser rê û rêbazên xebatê nîqaşên berfireh hatin meşandin û biryarên girîng hatin girtin. Li gorî vê yekê wê rêgezên bingehîn ên Peymana Civakî bêne nivîsandin, di heman demê de jî wê li hemû bajaran pêşniyarên gel bêne girtin. Ji bo vê yekê jî 3 komîsyonên wekî ‘Komîsyona nivîsandina rêgezên bingehîn ên peymanê’, ‘Komîsyona danasîna xebata peymanê û têkiliyên bi gel re’, ‘Komîsyona çapemeniyê û têkiliyên giştî’ hatin avakirin. Piştî civînên ku dê bi gel re bêne lidarxistin, wê encamên derdikevin holê ji aliyê Komîsyona nivîsandina rêgezên bingehîn ve bêne nivîsandin û şeklê dawî bê dayîn. Komîsyona çapemeniyê jî wê der barê xebatan de raya giştî agahdar bike.”
WÊ NÊRÎNÊN HEMÛ PÊKHATEYAN BÊNE GIRTIN
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çarçoveya xebatan de wê nêrîn û pêşniyarên hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jî bêne girtin. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komîteyê ji bilî civînên gel, ji bo welatiyên ku nikarin xwe bigihînin wan jî, li ser înternetê navnîşanên bi navê [email protected] û www.facebook.com/komiteyapeymanacivaki vekirine û hate gotin ku welatiyên dixwazin pêşniyarên xwe bikin jî dikarin bi van navnîşanan xwe bigihînin komîteyê.
ENCAM WÊ PÊŞKÊŞÎ DESTEYA BILIND BÊ KIRIN
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîte armanc dike vê xebata xwe di nava mehekê de bi encam bike û hate gotin ku peymana wê derkeve holê jî wê pêşkêşî Desteya Bilind a Kurd bê kirin û weke Peymana Bingehin a Demborî ya Rojavayê Kurdistanê bê qebûlkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku li herêmê hîn jî şer û pevçûn hene û gumana ku li hin cihan pirsgirêka ewlehiyê derkeve heye, lewma peyman weke demborî dê bê amadekirin, lê piştî demekê ji bo erêkirinê wê pêşkêşî hemû gelê herêmê bê kirin.