Li Rojava ji bo tenduristiya Ocalan çalakî
Li Rojava ji bo tenduristiya Ocalan çalakî
Li Rojava ji bo tenduristiya Ocalan çalakî
Li Girkê Legê û Rimêlan ji bo tendurstiya Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ji hikûmeta Tirkiyeyê hate xwestin ku rê bidin bijîşkan ku biçin Îmraliyê.
Di çarçova rêzeçalakiyên ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dane destpêkirin de, li herêma Girkê Legê û Rimêlan, Konfederasoyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Saziya Zimanê Kurdî û Mala Gel, li pêşiya navendên saziyên xwe çalakiyên rûniştinê pêk anîn û helwesta dewleta Tirk ku nahêle bijîşk biçin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.
Di axaftinên ku di çalakiyan de hatin kirin de helwesta Dewleta Tirk ku nahêle şandeya serbixwe ya bijîşkan biçe Grava Îmraliyê û Ocalan bibîne hate şermezarkirin û ji rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle bijîşk derbazî Îmraliyê bibin.